Legerîn
Generic filters
Filter by Custom Post Type
Filter by Biçim
Video
Filter by Kategoriler
GOTAR
GALÊRÎ
FESTÎVAL
NÛÇE
BELGEFÎLM
KURTEFÎLM
METRAJ DIRÊJ

Serlêdana Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî Destpê Kir

 

Dirêj bêje lê kin bibire!

Beriya ku mirov bikevin dû çîrokên dirêj û qerase bi çîrokên biçûk û kurt karibin xeyalên xwe vebêjin. Armanc; di demeke kin de avakirina çîrokekê û bi derbeka kin sazkirina fîlmekî ye.

Di nav jiyana rojane de mirov gelek çavdêriyan dike û hin dîmen ji bîra mirov qet naçin. Mirov bi awayekî xwezayî dixwaze van dîmenan mayînde ango tomar bike. Dîsa gelek kes hene xwediyê ramanên taybet û ciyawaz in û dixwazin van ramanên xwe bi riya sînemayê derbibirin. Kesên xwediyên vê xemê ne li dû çîrokên xwe diçin. Hêviya me ewe ku ev kes xem û derdên xwe bi riya dîmensaziyê vebêjin û çîrokên kurt û bi derb derxin holê.

Bide dû çîroka dilê xwe û zimanekî bi rêk û pêk yê sînemayî ava bike.

Hêvî ew e ku em çavên çê li sînemaya kurdî zêde bikin. Çavên çê yên ku xwedî awir û çavdêriyên xurt in û li dû çelengîyêne!

Bêguman bi riya teknolojiyê û alavên wek telefonê girtina dîmenan îro hêsantir bûye û gelek kes bi hêsanî dikare derdê xwe bi riya dîtbariyê vebêje. Ji vê mîhrîcanê jî armanc ewe ku dildarên sînemayê derdên xwe kurt û bi derb vebêjin û fikr û ramênen xwe bi hunereke kurdewar rave bikin.

Li gor rojev, geşedan û rewşa civaka kurd her sal wê mijar û babeta mîhrîcanê bê guhartin. Ji ber nav û naveroka mîhrîcana me xwedî cewherek kurdewar e, me mijara xwe ya îsal wek "Zimanê Kurdî" diyar kiriye. Me xwest destpêk bi ziman be, ji vê yekê armanc ewe ku sînemager berê xwe bidin zimanê kurdî û ev yek bala wan bikêşe.

Kurt û kurmancî em hewl didin ku derbarê ziman de fîlmên 1 deqeyî werin çêkirin. Ji nav van fîlman emê 3 filmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin van filman.

Ji lewre,

Qet dûr neçin, beriya her tiştî li derûdora xwe bihizirin û çîrokên xwe vebêjin. Kurt û kurmancî fîlmekî 1 deqeyî çêkin û ji me re rêkin!

mihricana-filmen-kurt-u-kurmanci
mihricana-filmen-kurt-u-kurmanci

Lîstikên Kurdî Bilîzin

Hevpeyvîna Veysi Altay

0
Derhênerê Kurd birêz Veysi Altay Pirsên me dibersivîne. Sînemaya Kurdî, belgefîlîm, bûyerên dîrokî tên niqaş kirin. Rewşa sînemayê, kêmasîyên wê û çewtiyên hûnerê dibin...

Şahida “Şewitandina Sînema Amûdê”

0
"XWEDÊ ROJÊN WISA BI SERÊ GURÊN ÇIYA VE JÎ NEYINE....!" "...Zarok ji bo Cezayirê çûbûn sînemê. Ji bo piştevaniya serxwebûna Cezayirê. Li dibistanan mamosteyan bi...

Çerx fîlmekî tirsê an erotîk e?

0
Navê fîlm "Çerx" e. Mijara wî ya sereke, tolhilanîna jineke kurd e ku nagihîje mirazê xwe û tê kuştin. Piştî tê kuştin, bi giyanî...
‘Ji bo miletekî bindest pêşveçûna sînemayê zahmet e’

‘Ji bo miletekî bindest pêşveçûna sînemayê zahmet e’

0
Wek miletêkî bindest kurd, ji zû de ye ku di erdnîgariya Rojhilatanavîn de xwedî çand û hunerek dewlemend in. Bandora miletên cîranan li ser...

ME BIŞOPÎNIN

34,445EcibandinME BIECIBÎNE
328ŞopînerME BIŞOPÎNE
287ŞopînerME BIŞOPÎNE
1ŞopînerME BIŞOPÎNE
31ŞopînerME BIŞOPÎNE
153,000AboneBIBE ABONÊ ME

@ferhatbaysalcom

Ferhat Baysal
instagram.com/ferhatbaysalcom
Legerîn
Generic filters
Filter by Custom Post Type
Filter by Kategoriler
BELGEFÎLM
KURTEFÎLM
METRAJ DIRÊJ
0
Ji bo nirxandinê bitikîne!x
()
x